{ "about.introOne": "Bi Scratchê re tu dikarî serpêhatiyên hevçalak, lîstok û anîmasyonan biafirîne— û yên ku te afirandiye jî di civakên serhêl de bi kesên din re parve bike.", "about.introTwo": "Scratch, alî kesên ciwan dike ku karibin afirîner bifikirin, bi awayekî sîstematîk mihakeme bikin, û hevkarane bixebitin — herwiha qabiliyetên hewce yên bo jiyanê di sedsala 21em de jî hîn bibin.", "about.introThree": "Scratch projeyeke ji Koma Lifelong Kindergartenê ya bi ser MIT Media Labê ve ye. Ew belaş tê peydakirin.", "about.introParents": "Agahiyên ji bo dêûbavan", "about.introEducators": "Agahiyên ji bo perwerdekaran", "about.whoUsesScratch": "Bikarhênerên Scratchê Kî Ne?", "about.whoUsesScratchDescription": "Scratch bi taybetî ji bo kesên ku temenê wan ji 8 heta 16 saliyan hatiye sêwirandin lê ji hêla kesên her temenî jî tê bi kar anîn. Bi milyonan mirov di mal, dibistan, muzexane, pirtûkxane û navendên civakî de li gelek cih û bi sazkariyên cûrbecûr projeyên Sctratchê diafirînin.", "about.aroundTheWorld": "Li Seranserê Cîhanê", "about.aroundTheWorldDescription": "Scratch is used in more than 150 different countries and available in more than {languageCount} languages. To change languages, click the menu at the bottom of the page. Or, in the Project Editor, click the globe at the top of the page. To add or improve a translation, see the {translationLink} page.", "about.translationLinkText": "werger", "about.quotes": "Jêgirtin", "about.quotesDescription": "Tîma Scratchê ji ciwanan, dêûbavan û perwerdekaran gelek epeyamên spasdanê distîne. Tu dixwazî bibîne ka mirov çi dibêjin? Tu dikarî koleksiyona {quotesLink} ê ya ku me ji epeyaman berhevkiriye bixwîne.", "about.quotesLinkText": "jêgirtin", "about.learnMore": "Di Derbarê Scratchê de Zêdetir Bizane", "about.learnMoreHelp": "Rûpela Ramanan", "about.learnMoreFaq": "Pirsên Pir Tên Pirsîn (PPP)", "about.learnMoreParents": "Agahiyên ji bo Dêûbavan", "about.learnMoreCredits": "Kedkarên Projeyê", "about.learnMoreAnnualReport": "Annual Report 2019", "about.literacy": "Kodandinê Fêr Bibe, Fêrbûnan Kod Bike", "about.literacyDescription": "Di nava civaka îroyîn de şiyana kodandina programên kombersî beşeke girîng ji xwendewariyê ye. Gava ku mirov di Scratchê de fêrî kodandinê dibe; ew pê re fêrî stratejiyên çareserkirina pirsgirêkan, sêwirandina projeyan û parvekirina ramanan jî dibin.", "about.schools": "Li Dibistanan Scratch", "about.schoolsDescription": "Xwendekar bi Scratchê re di her astê de (ji dibistana seretayî heya zanîngehê) û li seranserê dîsîplînan (wek mînak bîrkarî, zanyariya kombersê, hunerên ziman, xebatên civakî) fêr dibin. Perwerdekar li ser {scratchedLink}ê çîrokan parve dikin, çavkaniyan diguherînin, pirsan dipirsin, û mirovan dibînin.", "about.scratchedLinkText": "Malpera ScrachEd'ê", "about.research": "Lêkolîn", "about.researchDescription": "Tîma Scratchê ya MITê û hevkarên wê lêkolîn dikin ka mirov bi Scratchê re çawa fêr dibin (ji bo danasînê li {spfaLink} ê binere). Di derbarê lêkolînên Scratchê de agahiyên zêdetir li ser {researchLink}ê bibîne û amarên zêdetir jî li ser {statisticsLink}ê ye.", "about.spfaLinkText": "Scratch: Ji bo her kesî kodandin", "about.researchLinkText": "lêkolîn", "about.statisticsLinkText": "amar", "about.support": "Piştgirî û Fînansman", "about.supportDescription": "Projeya Scratchê ji saziyên jêrîn piştgiriya darayî wergirtiye: {supportersList}. Ji bo agahiyên zêdetir here {creditsLink}ê. Heke tu dixwazî piştevaniya Scratchê bikî, ji kerema xwe serdana rûpela Weqfa Scratchê {donateLink}ê bike, an jî bi me re ji ser girêdana {donateemail}ê bikeve têkiliyê.", "about.donateLinkText": "rûpela bexşkirinê", "about.creditsLinkText": "rûpela kedkaran" }